Li Misrê parlemento amadekariyên berfirehkirina qanûnê dike

Misir dixwaze qanûna têkoşîna li dijî terosîtan berfireh bike. Li gorî vê, kom an jî kesên ku alîkariyê didin Îxwana jî wê bêxin lîsteya terorê.

Li parlementoya Misirê daxwaza tund kirina qanûna têkoşîna li dijî terorê tê nîqaşkirin.

Li gorî agahiyên rojnameya Misrî El Ehram, tê texmînkirin ku qanûna ku 2015’an hatibû erê kirin hîna berfirehtir bikin.

Di nûçeya rojnameyê de ji ber alîkariya bi çeteyên Îxwana Mislimîn re îşaret bi dewleta Qeter û Tirkiyê tê kirin ku dezgehên wan yê li herêmê bigrin.

Dinava lîsteya qanûna têkoşîna li dijî “terorîstan”, tê gotin alîkariya dewletê jêre were rawestandin.

Hikumeta Misirê di despêka meha Çile de, bi ser navneda ajansa Anadulu ya dewleta tirk ya li Qahîrê de girtibû.

Di serdegirtinê de tirkek û 3 Misrî binçav kiribûn.

Wezîra Karê hindirîn yê Misrê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji ber ajansa Anadulu ya dewleta tirk agahiyên nerast parve dike wan bi ser ajansê de girtine.

Back to top button