Trump: plan pêşniyarekî ji bo Îsraîl û Flistînê jî digre nava xwe

Serokê Amerîka Donald Trump bi serokwezîrê Îsraîl Netanyahu re civiya û got, Ewê sibe plana lihevkirinê ya sedsalê ragihîne.

Serokê Amerîka Donald Trump li koşka Spî bi serokwezîrê Îsraîl Binyamin Netanyahu re civiya.

Beriya hevdîtinê Trump bersiva pirsên rojnamevanan da.

Trump dazanîn ku ewê sibe plana yekalî ya rojhilata navîn eşkere bike û wiha got:

Ev planeke pir mezine û wê cihê pêşniyareke ji bo Filstîn û Îsraîlê jî bigre nava xwe.

Ka wê çi biqewime emê bibînin.

Trump diyar kir ku çend welatên Ereb jî piştevaniya wan dikin.

Trump daxuyakirin ku dibe di despêkê de Filistînî vê pêşniyarê qebûl nekin lê wê bi demê re qebûl bikin.

Netenyahu jî plana Trump ji bo Îsraîlê weke fersendekê binav kir û got, ew vê fersendê ji destê xwe nadin.

PLANA TRUMP A ”PEYMANA SEDSALÊ”
FILISTÎN: EV PEYMANA LI DIJÎ DOZA FILISTÎNÊ YE

Wezareta Derve ya Filistînê plana Trump weke komployeke sedsalê ya li dijî doza filistînê binav kir.

Çav li plana Trump ya sibe ku wê eşkere bike ye.

Back to top button