Erdogan: Li Lîbya çi pêwist bike emê wê bikin

Serokomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan careke din, peyama rijandina xwîna li Lîbyayê da û got: Ew rewşa li Lîbya ji nêz ve dişopînin û tişta pêwist wê bikin.

Serokkomarê dewleta tirk Erdogan di serdana xwe ya li Gambiya de bi hempîşeyê xwe Borrow re civiya.

Piştî civînê herdu serokomaran daxuyanî dan.

Erdogan careke din hewil da Fermandarê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê Hefter weke sedemê şerê li Lîbyayê nîşan bide.

Erdogan got,

Niha Hefter li herêmê dinava kiryarên pir qirêj de ye.

Em jî niha vê rewşê ji nêz ve dişopînin.

Çi pêwist bike emê wê bikin.

Serokomarê dewleta tirk îdia kir ku ti niyetek Hefter ya agirbestê tineye.

Berdevkê artêşa nîştîmanî ya Lîbyayê Ehmed Mîsmarî doh ragihandibû ku dewleta tirk hîna çeteyên xwe yên li Sûrî ber bi Lîbya ve dişêne.

Back to top button