Artêşa Tirk a dagirker bi doşka gundekî herema Berwarî Bala yê Amediyê gulebaran kir. Di êrişê de 2 jin birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de, şêniyên gundê Kêste ya Berwarî Bala ya Amêdiyê bi doşka gulebaran kir.
Di encama êrişê de 2 jinên di nava baxçeyên xwe de karên xwe yên rojane dikirin birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku balafirek bê mirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker îro danê sibehê li Kelarê wesayîtek bombebaran kir.
Di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû.