Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: 2021’an li rojhilatê Kurdistanê 202 kes hatine kuştin

Sala 2021’an zextên rejîma Îranê li dijî siyasetvan û bi taybet Kurdan zêde bûn.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê rapora xwe eşkere kir û got: 202 çalakvan, jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji ber mijarên siyasî, ewlehî, îşkence û teqînan hatine kuştin. Her wiha 208 kes jî birîndar bûn.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê (KHRN) rapora binpêkirinên mafan ên rejima Îranê yên sala 2021’an eşkere kir.

Di raporê de tê diyarkirin 2021 herî kêm 41 kolber li deverên sinorî yên parêzgehên Azerbaycana rojava, Kurdistan û Kirmaşanê di encama gulebaranên hêzên rejimê û bûyerên xwezayî de jiyana xwe ji dest dane.

Ji vana 24 kolber bi destê hêzên Îranê û artêşa Tirk hatine kuştin.

130 kolber jî birîdnar bûne.

Di beşek din a raporê de îşaret bi pêkanîna cezayê darvekirinê hatiye kirin û tê gotin;

Herî kêm 45 Kurd di girtîgehên cûda yên Îranê de hatine bidarvekirin.

Li 5 bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê, 5 girtiyên Kurd ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji destdane.

Di dewama raporê de tê diyarkirin ku 4 girtiyên din ên Kurd ji ber xemsariya doktoran jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha du çalakvanên siyasî yên endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û Hizba Demokrata Kurdistan (HDK) li bajarên Silêmanî û Hewlêrê yên Herêma başûrê Kurdistanê bi destê hêzên Îranê hatine kuştin.

Her wiha herî kêm jî 78 jin û zarokên keç li bajarên cûda yên Rojhilata Kurdistanê ji ber pirsgirêkên malbatî, hejarî û zewicîna di temenê biçûk de, dawî li jiyana xwe anîne.

Di raporê de tê gotin, sala 2021’an 374 welatî û çalakvanên Kurd ji ber sedemên siyasî ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine binçavkirin.

Ji vana 274 kesên sivîlin.

Her wiha herî kêm 62 kes li dadgehan bi tometên siyasî biryara girtinê yan jî bi darvekirinê lê hatine birîn.

Dawiya raporê jî îşaret bi rewşa karkeran tê kirin û tê gotin, sala borî herî kêm 50 karkerên Kurd ji ber nebûna mercên xwe parastinê di dema karkirinê de jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button