Bertek û nerazîbûnên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li bakurê Kurdistanê jî didomin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku Barzanî “bêbextiyê” li kurdan dike û “benikê” wî di destê Erdogan de ye. Dayikên Aşitiyê yên li bajarê Rihayê jî anî ziman xiyaneta Barzanî nayê êfûkirin
Kurd li hemberî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê bi hêrs in û degnê xwe li Bakurê Kurdistanê jî bilind dikin. .
Xizmên girtiyan ên ji bo zarokên xwe di Nobeta Edaletê de ne, Barzanî bi bêbextiyê bi nav kir.
Xizmê girtî Fînce Akman: Benê Barzanî di destê Erdogan de ye
Ji wan malbatên girtiyan Fînce Akman diyar kir ku benê Barzanî di destê Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan de ye.
Akman got; îro çawa Kurdan bi bêbextiyê dikujin, wê dawiya Barzanî jî were.
Xizmê girtî Cemîle Karakaş: Gelê Kurd divê li ber îxaneta Barzanî rabin
Cemîle Karakaş banga rewestandina êrişan li dijî Kurdan kir û got, divê Barzanî dev ji vî şerî berde.
Dayika Aşitiyê Kûmrû Akgul: PDK doza çi li Kurdan dike?
Dayika Aştiyê Kûmrû Akgul jî têkildarî mijarî peyvî û ev pirs kir:
“PDK doza çi li kurdan dike?”
Dayikên Aşitiyê: Xiyaneta Barzanî nayê efûkirin
Wekî din dayikên aştiyê yên li bajarê Rihayê jî bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên bi hevkariya PDK’ê dan.
dayika Emîne Yaşar kese ku sêyemîn û Hadle Ogûr jî dayika çaremîn ku diaxive
Ji meclisa dayîkan Emîne Yaşar destnîşan kir ku Dewleta Tirk her tişt aniye serê Kurdan, niha jî malbata Barzanî wê yekê dike.
Ji Dayikên Aştiyê Hadle Ogûr têkildarî heman mijarê got, wê tu carî xiyaneta malbata Barzanî neyê efûkirin.