SPD ya Almanî bi pêşnûmeyekê Piştevaniya Rojava kir

​Di kongreya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) de, daxwaza piştevaniya bi Rojava re hat kirin.

​​​​​​​Partiyê ji kongreya xwe ya 9’ê Gulanê re, pêşnûmeyek bi navê “Piştevaniya bi Rojava re” pêşkêş kir.

Di vê pêşnûmeyê de tê xwestin ku siyaseta qedexeya ya li ser Kurdan bê rawestandin.

Li gorî nûçeya ajansa ANF’ê, pêşnûme ji 2 rûpelan pêk tê û tê de îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji hatiye kirin.

Her wiha ji navenda giştî ya SPD’ê û siyasetmedarên sosyal demokrat ên di hikumeta Merkel de tê xwestin ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo darizandina DAIŞ’yan jî, piştgiriya avabûna dadgeheke navnetewî hatiye xwstin û banga pêkanîna diyalogê bi Rêveberiya Xweser hatiye kirin.

Back to top button