Seroka IFJ’ê Pradalîé: Tirkiye ji bo rojnamevanan girtîgeha mezintirîn a cîhanê ye

Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî Domînîqûe Pradalîé got ku Turkiye ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha vekirî ya cîhanê.

Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) Domînîqûe Pradalîe êrişên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan şermezar kir û got:

“Çend salên dawîn ku rejîma li ser serê Tirkiyeyê gelek rojnamevan, dadgêr, parêzer girtin û gelek ji wan neçarê sirgûnê bûn, em ji nêz ve dişopînin.

Tirkiye, ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha vekirî ya cîhanê.”

‘Perçeyekê polîtîkaya li dijî Kurdan e’

Domînîqûe Pradalîe anî ziman ku êrîşên li hemberî rojnamevanên kurd, perçeyekê polîtîkaya tepisandina daxwazên kurdan a hikûmeta tirk e.

Mixabin, rojnamevan Kurd jî ji ber ku karê xwe bi duristî dikin û Kurd in, dibin armanc.

Seroka IFJ’ê pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin

Pradalîe di dawiyê de got: “Girtina parêzer, siyasetmedar û hunermend bi awayekê nezagonî û kêfî nayê qbeûlkirin.

Me Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, bi cîhanê da zanîn ku em bi hevpîşêyên xwe yên girtî re ne.”

Back to top button