KCK’ê: Konfederalîzma demokratîk yekane rêya rizgariyê ye

Konseya Rêveber a KCK’ê encamên civîna xwe ya salane eşkere kir. Konseyê ragihand wan li ser bingeha xweparastina li dijî faşîzmê, ji bo xurtkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî û bi armanca azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn plansazî amade kiriye.

Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, encamên civîna xwe ya salane eşkere kir.

Konseyê diyar kir ku civîna wan bi beşdariya têrker a endamên ji her qadên kar û bi rengekî serketî pêk hat.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de der barê mijarên ku di civînê de hatine nîqaşkirin ev agahî da:

“Civîna me li ser bingeha pêngava ‘Dem dema azadiyê’ ya ku sal û nîveke em dimeşînin, Rewşa Rêber Apo û têkoşîna li dijî êriş û faşîzma AKP-MHP’ê hatin nirxandin.

Plansaziyên me hemû li ser esasê xweparastina li dijî faşîzmê, bi pêşvebirina Şerê Gel ê Şoreşgerî re ji bo azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn hatine kirin.

Konseyê diyar kir ku pergala netewdewlet têk çûye û tekane çareseriya kirîza Rojhilata Navîn Konfederalîzma Demokratîk e.

Konseya rêveber a KCK’ê: Em li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî xwe ji sala 2022’an re amade bikin

Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku di sala 2021’ê de zemînê hilweşnadina desthilatdariya AKP-MHP’ê hatiye afirandin û ev nirxandin kir: “Eşkere ye ku sala 2022’an wê di dîroka me ya têkoşînê de bibe yek ji salên herî krîtîk.

Di vê demê de ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn dewam dike û êrişên dewleta Tirk zêde bibin,

meşandina têkoşînê bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ku xwe dispêre xweparastinê, divê hêzên me yên leşkerî û gelên me xwe vê pêvajoyê re amade bikin.

Em sala 2022’an di çarçoveya Pêngava Dem dema azadiyê de bikin sala hilweşandina faşîzmê, azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û bidawîkirina dagirkeriyê.

Konseyê dawiya daxuyaniya xwe diyar kir kku têkoşîna 23 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo tê meşandin, di sala 50’î ya tevgera Apoyî de tevahiya sala 2022’an, li ser bingeha azadkirina Rêber Apo veguherîne têkoşîna azadkirina Kurdistanê, demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn

Back to top button