Azerbeycanê, careke din herêma Qerebaxê, topbaran dike.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku bajarê Stîbanakîret mezintirîn bajarên herêmê, ji duh ve tê topbarankirin.
Çavkaniyan her wiha diyar kir ku bajarên Martûnî û Şûşe jî hatin topbarankirin û di encamê de zirarên madî çêbûn.
Di heman demê de, Rêxistina Rojnemevanên Sînor Nenas bang li NY û Azerbeycanê kir ku rê vekin da sivîl û nêzî 80 rojnemevanên li herêmê derkevin.
Tê zanîn, 3 agirbestên li herêmê ragihandî ji aliyê herdu aliyên şer ve tên têkbirin.