KNK: Em ê li hemberî van êrîşan zêdetir yêkîtiya neteweyî bi hêztir bikin

Partiyên siyasî êrişa li ser ofîsa KNK’ê bi daxuyaniyê cûda şermezar kirin.
KNK’ê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Federasyona Kurdistaniyên Azad a li Rojhilatê Almanyayê û Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku ew ê li dijî xeta xiyanet û dagirkeran yekîtiya xwe hîn xurtir bikin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê têkildarî êrîşa çekdarî ya li ser Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê û êrîşa li Silêmaniyeyê daxuyaniyek da û got:

“Ev êrîş êrîşeke ji rêzê nîne. Armancgirtina ofîsa KNK’ê, biryarek û peyameke stratejîk e.

Bi vê êrîşê ne tenê ofîsek, ne tenê xebatkarek ne tenê endamekî KNK’ê hatiye hedefgirtin.

Di vê êrîşê de Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê hatiye armanc girtin.”

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de teqezkir ku ew ê li hember hemû êrîşan rawestin û tîkoşîna li dijî xeta xiyanetê xurtir bikin.

Tevgera Azadî: Armanca êrîşa li ser KNK’ê tunekirina statûya gelê Kurd e

Di heman demê de Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî têkildarî êrişa li ser navenda Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û ev nirxandin kir:

“Armanca wan êrişan têkdana statû û mafê gelê Kurde.

Lê emê ji li hemberî wê xiyanet û hevkariyê yêkîtiya neteweyî xurt bikin.”

FED-KURD’ê li dijî xiyanetê bang kir

Federasyona Kurdistaniyan a Azad a li Rojhilatê Almanyayê (FED-KURD) jî li ser êrîşa li dijî Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya (KNK) daxuyaniyek da.

FED-KURD di daxuyaniyê de hevkariya PDK’ê şermezarkir û ev tişt anî ziman:

“Ev zîhniyet ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd pêk neyê, li xaka Başûrê Kurdistanê mafê jiyanê jî nade dîplomatên Kurd.

Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku li dijî xiyanet û hevkariyê dengê xwe bilind bike.”

Partiya Çepên Kesk: Armanca êrîşanan yekîtiya Kurdan e

Partiya Çepên Kesk jî êrîşa li avahiya Nûneriya KNK’ê ya şermezar kir û îşaret pê kir ku êrîş li dijî destkeftî û yekitiya Kurdan hatiye kirin û got:

“Em êrîşa li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hatiye kirin, şermezar dikin.

Ev êrîşa li KNK’ê hat kirin, dewama êrîşên bi armanca tunekirina destkeftiyên Kurdan e.

Em ê li dijî hevkar û xayinan parastina berjewendiyên gelên xwe bikin û tê bikoşin.”

KNK bang li hikûmeta herêmê kir: Kujer eşkere bikin

Qubad Talebanî: Êrişa li Erbetê binpêkirinek din ya serweriya xaka Iraqê ye

CTG nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir

Back to top button