Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çîmentoyê tên sererastkirin

Ji ber ambargoya giran ku hikumeta Şamê ferz kiriye, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li şûna qîrê rêyan bi çementoyê sererast dike.

Ew çemento jî bi rêya hinek bazirganan hatiye peydakirin.

Şaredariya Gel hewl dide beriya zivistanî hezar mîtrekab bi hezar tûrbên çementoyê sererast bike.

Çavdêrê sererastkirina rêyan endazyar Hisên Ehmed got:

Binesaziya lawaz a her du taxan li pêşiya xebatên wan dibin asteng.

Qedexekirina derbaskirina hêmanên pêwîst ji bo çaksaziyê li pêşiya xebatên me dibin asteng.

Back to top button