Şahê Dengbêjan, Dengbêjê Kurd ê bi nav û deng Şakiro, di salvegera wefata xwe de, ji aliyê heval û hezkiriyên xwe ve bi kilamên dengbêjiyê hat bibîranîn.
Şeva bîranînê a dengbêj Şakiro ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) li Navenda Çandê ya Cem Karaca a li bajarê Stenbolê hat lidarxistin.
Di şeva bîranînê de tevî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, gelek hunermend, nivîskar, dengbêj û hevalên Şakiro û nûnerên partiyên siyasî, amade bûn.
Di axaftinan de qala jiyan û dengbêjiya dengbêjê Kurd yê nemir hat kirin.
Birayê dengbêj Şakiro Tewfîq Deniz qala dengbêjê Kurd kir û got,”Gelê Kurd ew baş nas dikir û jê hez dikir.”
Hin hunermend û nîvîskaran peyamên bi vîdeo şandin û hinan jî peyama nîvîskî şand.