Piştî dewleta Tirk ya dagirker Îranê jî başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Rejîma Îranê, baregehên Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê-HDK-Îranê yên li herema Biradostê û Balekayatî yên başûrê Kurdistanê bi balafirên bêmirov bombebaran kir. Piştî 5 salan rejîma Îranê cara yekemîn di êrişên xwe de balafir bikar anî.
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê serê vê sibê balafirên bêmirov ên rejima Îranê baregehên Hizba Demokrata a Kurdistanê ya Îranê (HDK-Îran) yên li qadên Balekayetî û Berbizin ên li herêma Biradostê yên bi ser parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê, bombebaran kirin.
Hat ragihandin ku balafirên bêmirov yên rejîma Îranê heman wextê derdora gundê Dêge û gundê Şêrkaweyan ên ser bi bajaroka Simêlan a Çomanê jî bombebaran kirin.
Piştî 5 salan ev cara yekem e ku rejima Îranê di êrişên xwe de balafiran bi kar tîne.
Hate ragihandin ku di êrişên balafirên bêmirov yên Rejima Îranê de ti kuştî û birîndar çênebûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh fermandarê hêzên bejahî yên Pasdarên Îranê Mihemed Teqî Osanlo gefa êrişê li Başûrê Kurdistanê xwaribû.
Balafirên dewleta Tirk Qendîl bombebaran kir, 4 gundî birîndar bûn
Herwiha balafirên Şer ên Dewleta Tirk a dagirker jî şeva berê gundên Sînemokê û Sergelê yên Qandîlê bombebaran kir.
Di bombebaranê de welatiyên sivîl ên binavê Awat, Kakesûr, Uzêr û Mam Ebdullah birîndar bûn, 3 mal hilweşiyan û gelek lawir jî telef bûn.
Yek ji gundiyên Binarê Qendîlê Mihemed Xidir diyar kir ku, gelek ziyan bi malên sivîlan, bax û baxçeyan buye.