63 çete û 25 leşkerên nîjerî hatin kuştin

Di êrîşekê li ser kampeke leşkerî li rojavayê Nîjerê de, 63 terorîst û 25 leşker hatin kuştin.

Wezareta parastinê ya Nîjer ragihand ku roja Pêncşemê kampa “Şînîgudar”ya leşkerî êrîşeke çeteyî re şikand.

Di encama şer de, 25 leşker hatin kuştin û 6 birîndar bûn, ji çeteyan jî 63 hatin kuştin.

Li gorî wezareta parastinê, ev êrîş li ser sînorê bi Maliyê re pêk hat.

Wezaretê diyar kir ku êrîşker bi erebe û motorsiklêtan hatin û got:

Bi rêya parastina asmanî ya Nîjerî, Fransî û Amerîkî re, me karîbû dijmin dûrî sînorê xwe bixin.

Fransa, di çarçoveya “Operasyona Berxan” ya li dijî terorê de, desteka leşkerî dide Nîjer, Çad, Morîtanya, Malî û Burkîna Faso li berava Afrîkayê.

Her wekî, Amerîka bi rêya dronan, operasyonên çavdêriyê li herêma beravê pêk tîne.

Ji ber êrîşên “Tundrewên Tewariqê” ku ji netewa Amazîxî ne, di 2012an de, devera Şînîgudar pêlên yekem ên koçberan hewand.

Leave a Reply

Back to top button