Rêveberiya Xweser bersiva daxuyaniyên hikumeta Şamê da

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva daxuyaniyên hikumeta Şamê yên têkildarî bûyerên dawî yên li Hesekê da.

Wezareta Derve ya hikumeta Şamê li ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê gotibû ku QSD’ê sûcên şer dike…

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser jî daxuyaniyk da û bersiva hikumeta Şamê da…

Daîreyê daxuyaniyên hikumeta Şamê bi “pêkenok ” binav kir û got:

Rejîma Sûriyê bi gotinên şovenîzm û bêaqilane êrişî hêzên ku li dijî terorê şer dikin, dike.

QSD bi taybetiyên nelayîq bi nav dike.

Ev yek zihniyeta vê rêjîmê dide nîşandan…

Rejîm li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê ya ku bi hezaran Daiş’î tê de ne ku QSD’ê şerê wan dike bi sûcê şer bi nav dike…

Hesekê bajarekî Sûriye ye û yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, zarokên sûrî ne.

Back to top button