QSD: DAIŞ 700 zarokî wekî mertalên zindî bi kar tîne

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê li ser astengiyên li pêşiya hêzên wan da ku pêşiyê li çeteyên Daiş’ê bigrin û operasyonên wan bi lez pêk werin daxuyaniyek da. Navenda Ragihandina QSD’ê got: Çeteyên Daiş’ê 700 zarokên Daiş’î ji xwe re kiribûn mertal û ev jî asteng bû li pêşiya hêzên me…

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de vê yekê dibêje::

“Astenga mezin li pêşiya pêşveçûnên hêzên me ew bû ku çeteyên Daiş’ê 700 zarokên Daiş’î ku di navendên perwerdê yên rehabîlekirinê de hatibûn ragirtin wekî mertal ji xwe re bi kar dianîn bû…

Hêzên Sûriya Demoqratîk Daiş’ê ji gihandina her ziratekê bi van zarokan berpirsyar dibîne…

Her wiha QSD’ê bang li Netewên Yekbûyî û Xaça Sor a Navdewletî dike ku destwerdanê bikin da ku mudaxele bikin û rê nedin ku Daiş van zarokan di warê leşkerî de bi kar bîne..”

Back to top button