Ji ber rewşa heyî ya li bajarê Hesekê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê qedexeya giştî li Hesekê û ya beşî jî li herêmên din ragihand.
Desteya Hundirîn diyar kir ji bo parastina ewlehiya herêmê ew qedexeya giştî li Hesekê û ya beşê li deverên din radighînin.
Desteyê diyar kir ku qedexeya derketinê ya giştî ya li Hesekê heta hefteyekê wê bidome û ev agahî dan:
“Qedexe ji 24`ê Çileyê dest pê dike û heta 31`ê Çileyê dewam dike..
Tenê cihên weke Firne, aş, navendên tenduristiyê, sotemenî û şaredarî dikarin karê xwe dewam bikin.
Desteyê ragihand ku li sazî û bajarên din jî qedexe beşî ye û ji saet 06:00`ê êvarê heya 06:00`ê sibehê ye.
Her wiha anî ziman “Tevgera çûnûhatina di navbera bajaran de jî tê rawestandin.”
Desteya Hundirîn ji bo parastin û ewlehiyê bang li gel kir ku papendî van biryaran bin.