HPG: Li navçeya Bazîd a Agiriyê 25 leşkerên dagirker hatin kuştin

Di encama çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê de, 25 leşkerên dewleta tirk a dagîrker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kirin:

21’ê Adarê li ser rêya qereqola Kozîlî ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê, gerîlayan li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ku li dewriyê digeriya reşand.

Di encamê de Kîprî hat bêkêrkirin.

Leşkerên dagîrker ku hewlidan destwerdanê bikin jî bûn hedefa gerîlayan.

Di encamê de 24 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

17’ê Adarê jî gerîlyan li dijî leşkerên li ser girê ewlekariyê yê qereqola Vedat Ozkaya ya li navçeya Bazîdê çalakiyek pêk anîn û leşkerek hat kuştin.

HPG’ê diyar kir ku yekîneyên wan bi silametî vegeriyan baregehên xwe.

Back to top button