Hêzên artêşa Yemenê deverên nû ji bakurê parêzgeha Beyda û naverasta Yemenê xist bin kontrola xwe.
Her wiha nêzî 100 çekdarên Hûsiyan birîndar bûn.
Fermandarê ‘Lîwaa 117 Muşah’ Ehemed El-Neqih anî ziman ku leşkerên artêşa Yemenê li eniya Qanya ya bakurê Beyda êrişeke dijwar li dijî çekdarên Hûsiyan pêk anî
Ehemed El-Neqih bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Yemenê nûqteya Qitûr, Tibab El-Sewd û hin nuqteyên din kontrol kiriye.
El-Neqih destnîşan kir ku artêşê gelek teqemenî, çak û cebilxaneyên Hûsiyan bi dest xistine û derdora 100 çekdarên Hûsî birîndar, hinek girtî û hinek jî hatine kuştin.