YRK: Hêzên Îran li herema Koselan êrişî hêzên me kirin

Fermandariya YRK’ê ragihand ku operasyona hêzên Îranê ya li herêma Koselanê ya Rojhilatê Kurdistanê hîn jî dewam dike.
Fermandariyê diyar kir ku ji ber êrîşan li hin deveran di navbera wan û Hêzên Îranê de şer qewimî ye.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişa hêzên Îranê ya li herêma Koselanê daxuyaniyek da û got:

“Li gel pêvajoya bêçalakîtiyê ya hêzên me jî, Îran bi sedan leşker, bi dehan maşîneyên zirxî û bi qedexekirina qada Kosalanê ji sivîlan re, êrîşê li ser hêzên me daye destpêkirin.

Hêzên îranê bi awayeke giran bi katyûşa, hawan û doçkayan herêm bênavber bombebaran dike.

Ji ber êrîşa hêzên Îranê ya li ser hêzên me di 13’ê û 14’ê Hezîranê de hin deveran şer qewimî.”

YRK’ê diyar kir ku hêzên wan ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de ji hêzên Îranê kuştî û birîndar çêbûne.

YRK’ê dazanîn ku di vê şerê de ziyaneke hêzên wa çênebûye, lê ji ber êrişan sirûşta çiyayê Kosalanê zirarek mezin dîtiye, ev yek li ser jiyana şêniyên Hewremanê bandoreke neyînî kiriye.”

Back to top button