Şêniyên Dêrikê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin.
Şêniyan bang li tevahî gelên bindest kirin ku piştgiriya berxwedana gerîla bikin.
Welatiyê bi navê Mehmûd Kalî got:
“Berxwedana li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, berxwedaneke bi rûmet e.
Gerîla parêzvanên gelê Kurd û Kurdistanê û tevahî gelên bindest e.
Ji ber wê, dijmin êrişên xwe zêde dike.
Tenê ji bo ku vîna gerîla bişikîne û hegemoya xwe ferz bike êriş dike.”
Hediye Mihemed jî têkoşîn û berxwedana gerîla silav kir û ev yek anî ziman:
“Dijminên gelan, li ser rêgezên xwe yên dagirkeriyê bi israr in.
Bi piştgiriya gerîla em ê li hember wê rêgezê bisekinin.”
Welatiyê bi navê Elî Hecî jî ev bang kir:
“Pêwîste beşên civakê piştgiriya gerîla bikin.
Da ku projeya demokratîk a azad biparêzin.”