“Tevgera Erebî ya ji bo Rêber Apo zêde bûye”

Rewşenbîrên Ereb ji bo danasîna doza Rêber Abdullah Ocalan hewldanên mezin dikin.
Ji bo vê jî Lêkolînera Misirî Ferînaz Etiye got: Tevgera Erebî ya ji bo Danasîn û pêkanîna fikrê Ocalan zêde dibe.

Tevgerên gel ên li Rojhilata Navîn ên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Çavdêr dibêjin diyaloga bi Rêber Ocalan re, çareya herî guncaw a ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Lêkolînera misirî û endama Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Dr. Ferînaz Etiye der barê mijarê de nirxandin kir û got:

“Rewşenbîrên Ereb ji bo danasîna doza Rêber Apo konferansan li dar dixin.

Li aliyê din gotar û lêkolînên der barê Ocalan de amade dikin.

Hemleyên komkirina îmzeyan ji bo berdana wî didin destpêkirin.”

Ferînaz di berdewamî de ev bang li rewşenbîrên Ereb kir:

“Divê rewşenberîn Ereb ji bo danasîna doza Rêber APO, li mekanîzmayên din bigerin.”

“Divê doza Rêber Apo bi xurtî bê pêşkêşkirin”

Ferînaz diyar kir ku divê hemû însiyatîf vê dozê bi xurtî pêşkêşî qadên navneteweyî bikin û wiha berdewam da axaftina xwe:

“Divê stratejî û planek bê danîn û encamên wan bên nirxandin.

Da ku tevgerên tên kirin bi awayekî zanistî yê sîstematîk bin.

Ji bo ku encamên tên xwestin bê bi dest xistin.”

“Çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Rêber Apo pêkan e”

Li gorî Ferînaz, çareseriya herî guncaw a doza kurdî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê dike.

Lêkolînera misirî Ferînaz Etiye axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Projeya Ocalan ji bo tevahî dewletên Rojhilata Navîn e.

Bi taybet dewletên ku lê etnîtîsîte, ol û taîfiyên cuda hene.

Projeya Ocalan dikare li seranserê Rojhilata Navîn bê pêkanîn.

Ev proje çareseriya herî guncaw ji bo pirsgirêk û aloziyên li herêmê ye.

Back to top button