Dewleta Tirk ji ber piştgiriya terorê ket “Lîsteya Gewr”

Dewleta Tirk bi salan e destekê dide çeteyên DAIŞ, El Nusra û komên kirêgirtî. Ev hêz ji aliyê civaka navneteweyî ve weke komên terorîst hatine pejirandin.
Ji bo xwedîkirina wan jî rêjîma Tirk bazirganiya qedexekirî dike.
Ji ber fînansekirina terorê û spîkirina pereyên reş, Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî, dewleta Tirk xist Lîsteya Gewr.

Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî, piştî civîna 3 rojan a li paytexta Fransa Parîsê, daxuyaniyek da.

Serokê Hêzê Marcus Pleyer (Markûs Plêyir) di daxuyaniyê de bi bîr xist ku wan hejmara welatên şopandinê, zêde kirine û got;

Di belgeyên Pandora de agahiyên têkildarî spîkirina pereyên reş hene, divê têkoşîneke xurt li dijî vê were kirin.

Li gorî encama lêkolînên hatine kirin, Tirkiye, Urdun û Malî li Lîsteya Gewr hatin zêdekirin.

Li ser rewşa dewleta Tirk Pleyer îşaret bi van xalan kir:

Tirkiye di mijara propgandaya reş û fînasekirina terorîzmê de bi pêş ve çûye.

Li gel van, pirsgirêkên din ên cidî hene.

Niha li ‘Lîsteya Gewr” Urdûn, Malî û Tirkiyê zêde bûne.

Ji ber ku di mijara Tirkiyê de gelek pirsgirêk hene, ez ê zêdetir agahî bidin.

Di di mijara hewldanên têkildarî têkoşîna spîkirina pereyê reş û fînasekirina terorê de bi pirsgirêk e.

Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî ev demek e li deverên bi guman di nava lêkolînan de bû.

Di encamê de derket holê ku dewleta Tirk di asteke diyar de xwedî pirsgirêk e.

Weke mînak bazirganiya zêr û kevirên bi-nirx.

Piştî zêdebûna fikarên rêxistinên mafê mirovan, eşkere bû ku Tirkiyê cih daye rêxistinên mîna DAIŞ, El Qaîde ku NY wan weke rêxistinên terorê pênase dike.

Back to top button