Li Reqayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek pêk hat

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li Reqayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek ewlehiyê pêk anî.Hêzên Antî Terorê HAT’ê jî operesiyonek taybet li Minbicê pêk anî.

Navenda Ranghandin û çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek da û ev agahî parevekirin:

Yekîneyên Antî-Terorê YAT ên hêzên me,

Bi piştgiriya balafirên Koalîsyona Navdewletî li bajarê Reqayê li dijî şaneyeke çeteyan operasyoneke ewlehiyê li dar dixin..

Dengên teqînên ku li herêmê hatin bihîstin di çarçoveya çalakiyên operasyonê de ne.

Navenda Ranghandin û çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku, wê dîmen û hûrguliyên operasiyonê di demeke pêş de belav bikin.

Li Minbicê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin giritin

Back to top button