Du welatî li Efrînê hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk du welatî revandin, dar birîn û derdora Kelha Nebî Horî jî tê kolandin.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku Istîxbarata dewleta Tirk welatiyê bi navê Seydo Hisên Dawûd yê 47 salî ji gundê Qer Gulê revand.

Efrîn News diyar kir ku Hisên Dawûd bi behnya ku berê di komînê de di dema Rêveberiya Xweser de kar kiriye hatiye revandin.

Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî jî welatiyê bi navê Mesûd Îsmaîl ji xelkê Bilbilê revandin.

Heya niha jî aqûbeta her du welatiyan nayê zanîn.

Çeteyan 54 darên din birîn

Efrîn NEWS 24 da zanîn ku çeteyên El-hemzat zêdetirî 54 darên zeytûnê li Cindirêsê birîn.

Ew dar jî milkên welatiyên bi navê:

Enwer Ebdelrehman,

Mehmûd Zêno,

Selah Zêno û Kemal Ebdelrehman in.

Çete kolandina derdora Kelha Nebî Horî didomînin

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihand ku çeteyên Elnuxba kolandina derdora Kelha Nebî Horî dewam dikin.

Ev kiriyar jî bi armanca guhertina demografiya herêma Efrîn e û talankirina şûnewarên wê ye.

Sûcên dewleta Tirk li Efrînê roj bi roj zêdetir dibin

Back to top button