Artêşa Tirk û çeteyên wê ev zêdeyî 5 sal in sûcên xwe li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî didomîn e.
Hemû sûcên li dijî mirovî pêk tîne.
Ji girtin û revandinê bigre heta destdirêjiyê dike.
Di vê dawiyê de wan 2 sûcên tecawîzkirinê li 2 zarokan kir û keçek revand.
Piştî dagirkirina Efrînê di 2018’an de, bajar veguheriye wîlayeteke tirkî.
Lê ala xwe hildide, zimanê tirkî li şêniyên wê ferz dike..
Mal û milkên efrîniyan ji çeteyan re helal dike.
5 Sal têrê kir ku Efrîn talan bike
5 sal têrê kir ku Efrînê talan bike, xwîna gelê wê, mal û milkên kurdan helal bike.
Jêderketin, bûye xewna gelakan ku dixwazin ji wê kabûsê xilas bikin.
Sûc li pêş çavê civaka navnetewî tê kirin
Piştî 5 salan dewleta Tirk, sûcên xwe li ber çavê civata navneteweyî, didomînin.
Di kêmtirî hefteykê de destdirêjî li du zarokan hat kirin
Di kêmtirî hefteyekê de 2 sûcên destdirêjiyê li zarokeke 10 salî û yeka 14 salî kirin.
Ev yek beriya çend rojan bû..
Keçeke ciwan (20) jî ji ber ku xwediyên wê razî nebûn wê bi çeteyekî re bizewicînin, revandin.
Di nava 5 salan de 680 welatî hatin kuştin
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê :
Dewleta Tirk ji zêdetirî 5 salan ve û heta niha zêdetirî 680 welatî kuştine.
Ji ber îşkenceyê 93s mirink e
Ji wan 93 ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest dane.
8 Hezar û 792 wealtî hatin revandin
Zêdetirî 8 hezar û 792 welatî revandine û 100 jin hatine kuştin.
Destdirêjî li 80 jinî hatiye kirin
Detsdirêjî jî li zêdetirî 80 jinan kirine. Di nav wan de zarokên keçîn hene.
380 Hezar û 500 dar hatine birîn
Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 380 hezar û 500 darên zeytûnê birîne..
13 Hezar û 500 darê zeytûna şewitandin
Zêdetirî sêyeka rûbera çandiniyê ku zêdetirî 12 hezar hîktar şewitandiye.
Zêdetirî 13 hezar û 500 darên zeytûnê û yên daristanî jî şewitandine.
Zeviyên çandiniyê ji bo xwe îstîsmar kir..
100 Mal veguhestin navendên ewlekarî
Zêdetirî 100 mal veguhest navendên ewlekarî û leşkerî yên ji bo MIT’ê û komên çeteyan.
Sûcên dewleta Tirk yên li Efrînê bênavber û bê ku kes wan rawestîne, roj bi roj zêdetir dibin.