Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD li Reqayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek ewlehiyê pêk tînin.
Navenda Ranghandin û çapemeniyê ya QSD’ê daxwiyaniyek da û ev agahî parevekir:
YAT û QSD bi hevakriya Hêzên Koalisyonê operasyonê lidardixin
Yekîneyên Antî-Terorê YAT ên hêzên me,
Bi piştgiriya balafirên Koalîsyona Navdewletî li bajarê Reqa li dijî şaneyeke çeteyan operasyoneke ewlehiyê li dar dixin..
Dengê teqînên ku li herêmê hatin bihîstin di çarçoveya çalakiyên operasyonê de ye.
Wê hûrguliyên operasyonê di demek pêş de were belav kirin.