Rêjeya partiyan a di encama hilbijartinan de

Di hilbijartinên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de mijareke ku herî zêde dihat meraq kirin jî girtina rêje û parlamenteran a partiyê bû
û tiştê herî balkeş jî AKP bi girtina sedî ji 35’ên dengan di dîroka xwe de rêjeya herî kêm a dengan girt.

Di hilbijartinên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de mijareke ku herî zêde dihat meraq kirin jî girtina rêje û parlamenteran a partiyê bû.

Deshilatdariya AKP-MHP’ê her çiqasî bi girtina piraniya parlamenteran a meclîsê pesna xwe bidin jî nikarîn hejmara parlamenteran ku qanûnan derbixe

bigrin û AKP bi girtina sedî ji 35’ên dengan rêjeya herî kêm a dengan girt.

AKP di dîroka xwe de rêjeya herî kêm girt

  • Li gorî ajansan rêjeya herî dawî ya partiyan bi vî rengî ye:

AKP: % 35
CHP: % 25
MHP: % 10
ÎYÎ: % 9
YEŞÎL SOL: % 9

Partiya Çepên Kesk partiya seyemîn di meclîsê de ye

  • Her wiha li gorî vê encamê hejmara parlamenteran a partiya bi vî rengî ye:

AKP: 266 parlamenter
CHP: 168 parlamenter
YEŞÎL SOL: 62 parlamenter
MHP: 51 parlamenter
ÎYÎ PARTÎ: 44 parlamenter
TÎP: 4 parlamenter

Li gorî vê encamê her çiqasî AKP-MHP’ê bi girtina hejmara herî zêde ya parlamenteran pesna xwe bidin jî ti partî an jî îtîfaq nikarin tena serê xwe qanûnan

biguherin û deshilatdariya AKP-MHP’ê hejmara parlamenterên xwe kêm kiriye. Îtîfaqa Ked û Azadiyê jî karî 66 parlamenteran bişîne parlamentoyê û di

parlamentoyê de Partiya Çepên Kesk bû partiya mezin a seyemîn.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku kêm be jî li hinek herêman hê jî sindoq sedî sed nehatine hejmartin û dengên dervayî welat hê jî tên hejmartin. Li gorî wê dibe ku di

hejmara parlamenteran de guhertinên biçûk çêbibin.

Coşa gel ya ji bo diyarkirina siberojek azad di asta herî jor de bû

Back to top button