Efrîn.. Çeteyan 200 darên zeytûnê yên navçeya Şerayê şewitandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 200 darên zeytûnê li Efrînê şewitandin.

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê, tekez kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk zeviyên zeytûnê yên gundê Metîna yê navçeya Şera dan ber agir.

Di encamê de, zêdetirî 200 darên zeytûnê şewitîn.

Duh jî, çeteyan bi ser gundê Qortiq-laqa Mezin yê heman navçeyê de girt û 6 sivîl revandin.

Her wiha di 20’ê mehê de, şêniyê bi navê Henîf Beko ji navçeya Cindirêsê hat revandin û ji bo serbestberdana wî jî 3 hezar dolar ji malbata wî hat xwestin.

Leave a Reply

Back to top button