Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Festîvala 3’yemîn a Ciwanan a Şehîd Bawer Agirî ya Çand û Werzîşê wê di navbera 12-13’ê Cotmehê de li Kobanê li dar keve.
Festîval bi dirûşma “Bi ruhê fedayî yê gerîla çanda şoreşgerî mezin bikin, azadiya Rêber Apo mîsoger bikin” wê li dar bikeve.
Festîval dê 2 rojanan bidome..
Koma Şehîd Zîlan ya Dirbêsiyê, Koma Reqa, Koma Botan û hunermend Şêx Nebî Baqî Xido dê tevlî festîvalê bibin ..
Her wiha di qadên cuda de jî werzîşvan dê derkevin pêşberî bîneran.
Komîteyê bang li hemû ciwan û jinên ciwan kir ku bi tev li festîvalê bibin.
Festîval dê di 12`ê Cotmehê de saet di 14:00’an de dest pê bike.