Çavdêrê siyasî Elî Mehmûd: Dîrok wê xayîna efû neke

Çavdêrê siyasî Elî Mehmud ragihand ku her aliyek alîkariya dagirkeran bike, wê di dîrokê wan efû neke û got:”Pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî lihemberî dijmin bibin yek.

Çavdêrê siyasî Elî Mehmud derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî.

Elî Mehmud got :

Ger şerek di navbera PDK û gerîla de çêbibe, wê bibe sedema têkçûna her çar beşên Kurdistanê ..

Ji ber vê divê hemû Kurd metirsiyê bibînin..

Armanca dewleta Tirk ewe ku gelê Kurd bihevbixe û şer di nava wan de çêbike.

Her hêza ku alîkariyê bide dagirkerên Kurdistanê, cihê şermezariyê ye.

Ji ber ku netewa Kurd yeke, pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî dijî dagikeran bibin yek.”

Elî tekez kir ku divê divê bi hemû awayî rê li şerê Kurd bi Kurd were girtin.

Ji bo vê divê hemû aliyên siyasî li hemberî dijminan bibin yek û rê li şerê Kurd bi Kurd bigrin.”

Back to top button