“Wê kes nikaribe çirûska ku Jîna Emînî vêxistiye vemirîne”

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştgiriya xwe ya bi serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re nîşan dan ..
Jinan bang li hemû jinên cîhanê kirin ku li hember pergalên dîktator û hişmendiya baviksalarî bisekinin.

Ev 18 roj in li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qîr dikin …

Piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî bertek zêde bûn ..

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ya bi serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re nîşan da..

Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî ya Rêvberiya Xweser Meryem Îbrahîm derbarê vê yekê axivî..

Meryem Îbrahîm got :

“Bi ruhê Jîna Emînî li Îranê şoreşek dest pê kiriye..

Tu kes nikare li hemberê bisekine, rawestîne yan ji raya giştî veşêre.”

Endama Komîteya Lihevhatinê ya Kombûna Jinan a Zenûbya ya Hecînê Mûne El Iwêd jî got:

“Em berxwedan û serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin.

Her wiha piştgiriya wan dikin..”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Sîba El Dilî ev yek anî ziman :

“Ev sûc dê bi yekitiya jinan bi dawî bibe.

Em dikarin li hember van sûcan bisekinin, ji ber jin jiyanê ava dike. ”

Jina ciwan Dunya Şêx Fadil a ji Helebê jî diyar kir ku parastina şoreşan li gor xweparastina cewheriye..

Ji aliyê xwe ve Nede Ehmed bal kişand ser xwepêşxistinan jinan û got:

“Jin piştgiriya hev dikin da ku hemû jinan ji zulm û koletiyê xilas bikin.”

Jina ciwan Sarya Cûdî destnîşan kir kuŞoreşa Jinan a Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinên azadîxwaz dest pê kir.

Back to top button