Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, polîsên Tirkiyê bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê de girt.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê serê sibehê polîsan avêt ser avahiya HDP.
Serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de, pêk hatiye.
Derbarê hûrguliyên serdegirtinê ango lêpirsînê de agahiyên zêde nehatin bidestxistin.
Di serdegirtina avahiyê de pirtûka lêkolînê ya qala dorpêça Cizîrê, kompîter û wêneyê Mazlum Dogan hatin desteserkirin.