Nasnameya şehîda teqîna Qamişlo hat eşkerekirin

Pêr li bajarê Qamoişlo di erebeyekê de teqîn pêk hat.
Wê caxê hat eşekre kirin ku di encama de welatiyek şehîd, yek jî birîndar bû.
Komîteya Malbatên Şehîdan vê sibehê nasnameya welatiya bûye, eşkere kir.

Komîteya Malbatên Şehîdan eşkere kir ku welatiya şehîd Remziya Altug e û got:

“Şehîd Remziya welatiyeke Kurd ji Bakurê Kurdistanê ye.

Ji ber kiryarên neheq û binçavkirniên dewleta Tirk berê xwe dabû herêmên Rojava.”

Komîteyê diyar kir ku ew ê heta avakirina Kurdistaneke azad rêya şehîdan bişopînin.

Li gorî komîteyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Remziya Altug
Navê Dayikê: Şerbet
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Gever 1/5/1987
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişl 22/10/2023

Back to top button