PARÊZERÊN RÊBER OCALAN: REDKIRINA HEVDÎTINA MALBATÊ NAKOKIYEKE MEZIN E

Parêzerên Rêber Ocalan diyar kir ku, pêşniyarên Ocalan kelecanek çêkir.
Parêzeran destnîşan kir ku, divê mafê birêz Ocalan ên ragihandin û hevdîtinê hebin û divê CPT’ê jî, encamên hevdîtina xwe eşkere bike.

Parêzerên Rêber Ocalan hevdîtina xwe ya li gel mikiwelê xwe ji ajansa Hawarê re nirxandin.

Parêzeran diyar kir ku, nayê zanîn ka wê hevdîtin dewam bikin yan na.

Di wextekê de ku Dewleta Tirk idia dike wan qedeya hevdîtinê rakirine, lê belê hevdîtin bi malbatê re nayên kirin.

Ji lewre parêzeran ev yek bi nakokiyeke ber bi çav bi nav kirin.

PARÊZERÊN RÊBER OCALAN:
PEYAMA OCALAN A ÇARESERIYA KRÎZA SÛRIYE Û TIRKIYÊ KELECANEK ÇÊKIR

Têkildarî bandora peyama Ocalan jî, parêzeran destnîşan kir, di 4 salên tecrîdê de, li Tirkiyê û herêmê, şer û kaos derketin asta herî jor.

Lê belê Ocalan pêşniyarên xwe pêşkêş dike û ev yek bandoreke erênî li tevhiya herêmê dike.

Gelek caran jî hatiye cerbandin.

Di hevdîtina 2 Gulanê de Ocalan 7 xal pêşkêş kirin, parêzeran li ser vê yekê teqez kir ku, Ocalan bi vê yekê rê û rêbaza demokratîbûn û aştiya bi rûmet nîşan daye û lêhûnrabûna wî ji hemû carên din, kûrtir û xurtir bû..

Li gorî parêzeran, Ocalan di hevdîtinê de kêfxweş û bi xwe bawer bû û peyama wî ya ji bo çarserkirina pirsgirêkên Sûrî û Tirkiyê di nava hemû derdorên demokartîk kelecanek çêkir.

PARÊZERÊN RÊBER OCALAN:
DIVÊ CPT’Ê ENCAMÊN HEVDÎTINA XWE EŞKERE BIKE

Parêzera bal kişandin ser bandora berxwedana li dijî tecrîdê û diyar kir, hevdîtin di bernameya CPT’ê de tine bû.

Ev yek eşkere dike ku, bê têkoşîna civakî çi bandorê li saziyên navneteweyî dike..

Her wiha bang li CPT’ê kir, divê encamên hevdîtina wê bi raya giştî re were parvekirin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku bala xwe bide pêvajoyê û berpirsiyartiyê bide ser milê xwe.

Di dawiyê de, parêzerên Rêber Ocalan, got,

Bi çend hevdîtinan tecrdî bi dawî nabe.

Divê mafê birêz Ocalan ên rgihandin, name-telefon, hevdîtina malbat û parêzeran bê dabînkirin..

Dsaxuyaniya wezîrê edaletê li gorî erka wî pir girîng e.

Leave a Reply

Back to top button