Li başûrê Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê li gel şewitandina zeviyan êrîşî gel kirin.
Di êrîşê de pêşmergeyek şehîd û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji gundên bajaroka Daqûqê ya Kerkûkê hatine girtin şevê din çeteyên DAIŞ’ê agir berdan zeviyênKurdên gundiyên Dara û Mensur a.
Piştre kemîn li pêşiya rûniştvanên gund danîn.
Dema gundî çûn agir vemirînin çeteyên DAIŞ’ê ji 6 aliyan ve êrîşî wan kirin.
Di encamê de şêniyekî ku pêşmerge bû şehîd û 9 kes ji birîndar bûn.
Birîndar li nexweşxaneyê têne dermankirin.