Di encama teqînê de welatiyek şehîd, yek jî birîndar bû

Îro li bajarê Qamoişlo di erebeyekê de teqîn pêk hat.
Hate eşkerekirin ku di encama teqînê de welatiyek jin şehîd, yek jî birîndar bû.

Îro seatên piştî nîvro, li ser rêya Kornîş a bajarê Qamişlo di erebeyekê de teqîn pêk hat.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand û got:

Di encama teqînê de welatiyek jin şehîd, yek jî birîndar bû.

Hêzên Asayişê da zanîn piştî bûyerê hêzên wan li derdora cihê teqînê dorpêçeke ewlehiyê pêk anîn û got:

Piştî vemirandina agirê seyareyê hat dîtin ku hîn mayîneke din tê de ye û neteqiya ye

Di cih de hêzên me yên pispor ew mayîn vekirin û bê bandor kirin.

Ji bo eşkerekirina kesên ku bûne sedema teqînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan lêpirsînek berfireh dane destpêkirin.

Back to top button