Wezareta dewleta tirk a dagirker îdia kir ku wan 8 şervanên QSD’ê şehîd xistine
QSD bersiva vê yekê da û got, îdiayên wezareta dagirker ên der barê windahiyên me de, ne rast in.
Ji bo xapandina raya giştî û bilindkirina hestên nijadperestiyê dewleta Tirk her carê derewekê dike.
Wezareta şerê Taybet û derewan a dewleta tirk bi îdiayeke wekî her car got:
8 şervanên QSD hatine şehîdxistin
Têkildarî vê yekê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek belav kir
QSD’ê di daxuyaniya xwe a li ser hesabê xwe yê li X belav kir de wiha bersiva vê yekê da:
′′Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku di rojên 20 û 21’ê Cotmehê de 8 şervanên me hatine şehîdxistin.
Îdiayên Wezareta dagirker yê der barê windahiyên me de, ne rast in.′′