HRE nasnameya şehîd Zinar eşkere kir

Hêzên rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe ku di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de şehîd bûye eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîd Zinar Amed eşkere kir.

Hêzên rizgariyê diyar kir ku hevrê zinar ku ji nava malbatekî welatparêz mezin bûye heta dawiyê bi rihê serkeftinê cihê xwe di nava berxwedanê de girt.

Şehîd Zinar li dijî her cure paşverûtiyê, bi hêrs û kîneke mezin sekinî û ti caran ji têkoşînê paş ve gav ne avêt.

Hevrê Zinar heta kêliya dawî jî berpirsyariyên xwe yên di qada têkoşînê de bicih anî û tevlî karwana şehîdan bû.

Hêzên Rizgariyê ji malbata şehîd Zinar û hemû cangoriyên azadiyê re sersaxî xwest û soza pêkanîna xelayên şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Muslim Korcî binasnav Zinar Amed li Efrînê ji dayîk bû 9 Adar 2020’an di Qonaxa 2. a berxwedana Efrînê de şehîd bû.

Back to top button