Partiyên Kurd: ji bo azadî, yekîtî û demokrasiyê li qada newrozê bin

Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP’ê û dehan partî û rêxistinên kurdistanî li navçeya Sûrê ya Amedê, bi civîneke çapameniye starta pîrozbahiyê Newrozê hat dayîn.

Newroza îsal bi ruhê yekîtiya netewî tê pîrozkirin.

Partiyên tifaqa kurdistanî banga tevlîbûna Cejna Newrozê li herkesî kir.

Gelê kurd bi hatina werza biharê û despêka Adarê re, xwe ji bo şahiya Newrozê amade dike.

Ji niha ve amadekariyên newrozeke milyonî tê kirin.

Newroza îsal jî bi slogana “Bi Rûhê Newrozê Yekîtiya Neteweyî” û “Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê”, wê were pîrozkirin.

Li Amedê bi beşdariya hevserok, hevberdevk û nunerên partî û tevgerên kurd starta pîrozbahiyên Newroza 2020’an bi civînek çapemeniyê hat dayîn.

Civîn bi beşdariya dehan nûner û hevserokên partiyên kurdistanî pêk hat.

Partiyên kurdistanî diyar kirin ku li dijî her cure yekperestiya ku li gelan tê ferzkirin, Ji Amedê heta Mahabadê, ji Hewlêrê heta Kobanê bi gelên cîran re ewê bidengekê careke din bêjin, wekhevî, azadî û pirdengî.

Bi ruhê Newroza ku li hemberî zilma dîrokî û redkirina newekheviyê vejiyaye, îro jî li dijî şer, bêedaletî û polîtîkayên înkarkirinê gotina me heye.

Partiyan bi vê boneyê jî banga piştevaniyê li tevahî raya giştî ya navnetewî û dostên kurdan kir.

Ji bo aşitiya Rojhilata Navîn em dê bang li tevahî gelên cîhanê bikin ku li hemberî şerên hegomon ên tê kûrkirin dengê xwe bilind bikin.

Em ê ji bo neheqî û bêhiqûqiyên li hemberî girtiyên dîl hatine girtin, birêz Ocalan ê ku 21 sale di bin tecrîda giran de ye, girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî azadiyê biqêrin.

Partiyên kurdistanî danzanîn ku ewê di serî de daxwaza rakirina astengiyên li pêş siyaseta demokratîk, rêveberiyek wekhev, azad û adilane bikin.

Partiyên Tifaqa kurdistanî di serî de gelê kurd, hemû rêxistinên civaka sivîl vexwend newroza 2020’an.

Partiyên û Rêxistinên Beşdarî daxuyaniyê bûne

-Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)

-Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),

-Tevgera Jinên Azad (TJA)

-Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),

-Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),

-Partiya Azadî,

-Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD),

-Partiya Însan û Azadî (PİA),

-Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP),

-Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK-Bakûr)

Back to top button