Iraqê li deşta herêma Ereban nêzî 10 baregehên xwe zêdekirin

Iraqê ev demeke di navbera Rojavayê Kurdistan û Şengalê de dîwar lê dike.
Artêşa Iraqê li deşta herêma Ereban ya nêzî sînor jî, nêzî 10 baregehên xwe zêdekiriye.

Ev nêzî meheke artêşa Iraqê li Şengalê têlên rêsayî datîne.

Li gor plansaziya artêşa Iraqê wê têl 5 km ji sînor dûr were danîn.

Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medî-ban heya gundê Bîr Qasim ê nahiya Sinûna Şengalê têl were kişandin.

Herwiha li gorî agahiyan, Artêşa Iraqê li deşta herêma Ereban ya nêzî sînor jî, nêzî 10 baregehên xwe zêdekiriye û liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike.

Iraq di navbera sînorên Rojava û Şengalê de bi dirêjahiya 250 kîlometre dîwar lê dike

Li aliyê din, lêkirina dîwar di navbera Rojavayê Kurdistan û Şengalê de dewam dike.

Dîwar bi dirêjahiya 250’î KM ji aliyê lîwaya 18’an ya parêzvanên sînor ên Iraqê ve tê çêkirin.

Bilindahiya dîwar nêzî 4 metra ye..

Tê gotin ev lîwaya leşkerî ya 18’an girêdayî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimi ye.

Back to top button