Şêniyên Silêmaniyê: Li dijî vê dakevin qadan

Li hember hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û hewldanên wê ên derxistina şerê navxweyî bertek derdikevin. Şêniyên Silêmaniya Başûrê Kurdistanê li hember vê yek derketin û şerê birakujiyê red kirin. Pisporê Leşkerî Osman Mihemed jî bang li gelê Kurd kir ku êdî li hemberî êrişên PDK’ê bêdeng nemînin.

Li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê bertek zêde dibin.

Di vê derbarê de şêniyên Silêmaniya Başûr bertek nîşan da û ev hewldanên PDK’ê red kirin.

Şêniyan hevkariya PDK’ê ya li gel artêşa Tirk weke ‘xwekuştina siyasî’ pênase kirin

Şêniyan li dijî van hewldanan bang li gel kirin ku dakevin qadan.

OSMAN MIHEMED: LI HEMBER ÊRIŞÊN PDK’Ê BÊDENG NEMÎNIN

Pisporê Leşkerî Osman Mihemed jî derbarê planên PDK’ê û dewleta Tirk de axivî.

Osman anî ziman ku PDK hebûna hêzek nîştimanî li ser xwe metirsî dibîne ji ber wê van planan dike.

Osman Mihemed bang li gelê Kurd kir ku êdî li hemberî êrişên PDK’ê bêdeng nemînin.

Back to top button