Siyasetmedarê Kurd Eyub Barzanî siyaseta Barzaniyan û hevkariya wan a bi Tirkiyê re nirxand

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Eyub Barzanî di hevpeyvîneke taybet a bi ajansa Rojnews’ê re siyaseta barzaniyan û hevkariya wan a bi dewleta tirk a dagirker re nirxand.
Eyub Barzanî diyar kir her sê Barzaniyên desthilatdar ji kevin de xizmetkarên dewleta Tirk a dagirkerin û got: Serokên PDK’ê li Rojava, Rojhilat û Bakur bûne sedema sereke ya xirabûna rewşa Kurdan.

Di hevpeyvîneke taybet a bi ajansa Rojnews’ê re, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Eyub Barzanî têkildarî siyaseta barzaniyan axivî.

Eyûp Barzanî: Desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê 32 salin heman rengiye

Eyub Barzanî bal kişande ser rêveberî û desthilata li Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê PDK’ê ve û wiha got:

Qalib û desthilatdariya ku niha li Başûrê Kurdistanê heye, 32 salin heman rengiye

Bav diçe kur tê, kur diçe nevî tê. Li Başûr rewşek wiha hatiye avakirin ku guhertinê qebûl nake.

Li vir zihniyetek feodal, eşîrtî û axatiyê heye. Yasaya axatî jî her tişte û hemû hêz li pişta wî ye.

Her çiqasî li Başûr nû xuya bike jî, lê di zîhniyet de kevine.

Siyasetmedarê Kurd Eyub ku bi xwe jî ji eşîra Barzaniye, lê vê yekê red dike.

Eyûp Barzanî: Hemû kesên ku li dijî Kurdan e li Hewlêrê kombûne

Eyûp Barzanî sedema vê yekê jî di hevpeyvînê de wiha vidibêje: Bi ti şêweyî pirsgirêkek min a malbatî nîne, pirsgirêkek siyasî û neteweyî ye.

Ger li kirin û reftarên wan binêrin, hûnê hemû kesên ku li dijî Kurdan û Barzanîyan jenosîd kirine bibînin, hemû li Hewlêrê kombûne.

Sedam Husên û Îzedûr jî li wir mirin. Ji wan re rêz digirin, çavdêriya wan dikin û pereyan didin wan.

“Her sê Barzaniyên desthilatdar ji kevin de xizmetkarên dewleta Tirk a dagirkerin”

Bi domdarî Eyûp Barzanî têkiliya navbera her sê Barzanî û serokê PDK’ê li gel dewleta Tirk a dagirker nirxand û wiha axivî:

“Her sê Barzaniyên desthilatdar ji kevin de xizmetkarên dewleta Tirk a dagirkerin û peyva ‘na’ ji bo Tirkan bikarnayînin.

Ew li dijî Barzaniyanin û vî navî ji bo parçekirina gel û armancên xwe bikar tînin.

Barzanî: Ji serokên PDK’ê re rola têkbirina Şoreşên Kurdan ji wan re hatiye dayîn

Eyûb Barzanî diyar kir serokên PDK’ê li Rojava, Rojhilat û Bakur bûne sedema sereke ya xirabûna rewşa Kurdan û got:

Ji salên 1970’yan ve vê rolê dilîzin, rola têkbirina şoreşên Kurdan ji wan re hatiye dayîn.

Di dewamê de Barzanî îşaret bi şoreşa li Rojava kir û bibîrxist Rêber Ocalan gelê Kurd ji mirinê rakir.

Eyûb Barzanî: Pêşiya Yekgirtina Kurdan desthilatdarên PDK’ê asteng e

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Eyub bi lêv kir li pêşiya yekgirtina Kurdan herî zêde desthilatdarên Başûr asteng e û wiha bi dawî kir

Guhertina vê desthilatiyê jî wê deriyek nû li gelê Kurd veke ku xwe carek din nas bike.

Vê desthilatê tiştek ji gel re nehêlane, bûne belaya gelê xwe û her çar beşên Kurdistanê.

Back to top button