Dizî, talanî, kuştin, êşkencekirin û revandina welatiyan li Efrîna dagirkirî bênavber dewam dikin.
Herî dawî çeteyên dewleta Tirk 6 welatiyên din revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî 6 welatiyên din revandin.
Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe navên wan kesan jî wiha eşkere kirin:
”Osman Xelîl, Ibrahîm Cimaa û Henîf Osman ji gundê Be’iya.
Ehmed Cemal û Hemîd Seydo ji gundê El-Xezawiye,
Û Teysîr Salih ji gundê Basofanê.”
Hat ragihandin ku çeteyan ev kesên revandî jî mîna hemuyên berî wan birine cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Hemû bûyerên revandinê jî bi armanca standina pereyan i malbatên kesên revandî, ji aliyê çeteyan ve pêk tên.