Desteya Çandiniyê ji bo parastina mûsim civînan li dar dixe

Di çarçoveya parastina zeviyan de, Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, li Dirbêsiyê û Zirganê bi cotkaran re civiya. Di civînan de nîqaş li ser çawaniya parastina zeviyên genim û amedekariyên ji aliyê rêveberiya xweser û cotkaran ve hatin kirin.

Ev çend roj in Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser û Cotkarên herêmê ji bo parastiana zeviyên genim ji şewatê, di nava seferberiyê de ne.

Di rêze-civînên Desteya Çandiniyê yên ji bo parastina mûsim ji şewatê û guhdarkirina pirsgirêkên cotkaran de, civîn li navçeya Zirganê û bajarê Dirbêsiyê hatin li darxistin.

Civîn ji aliyê Cîgirê Hevserokê Desteya Çandinî û Avadanê li bakur u rojhilatê Sûriyê, Ednan Ibrahîm ve hatin birêvebirin.

Di civînan de nîqaş li ser çawaniya parastina zeviyên genim û amedekariyên ji aliyê rêveberiya xweser û cotkaran ve hatin kirin.

Desteya Çandiniyê: Ji bo parastina genim divê em di nava seferberiyê de bin

Cîgirê Hevserokê Desteya Çandinî û Avadanê li bakur û rojhilatê Sûriyê, Ednan Ibrahîm di civînan de axivî û bal kişand ser çawaniya parastina zeviyên genim ji şewatê.

Cotkar: Parastina zeviyên genim li ser milê her kesî ye

Ji aliyê xwe ve cotkar jî di civînê de axivîn û diyar kir ku parastina mûsima genim ji her kesî tê xwestin û gotin

“Di vê em ne bi şev ne jî bi roj razên, em şiyariya zeviyên xwe bikin.”

Back to top button