QSD’ê di 4 operasyonan de 8 çeteyên DAIŞ’ê girt

QSD’ê ji bo parastina ewlehî û istiqrara herêmê, hem dem di nav kar û xebatê de ye.. Li Til Hemîs, Dêrazorê, Minbic û Hesekê QSD’ê 4 operasyonên ewlehiyê li dar xist. Di 4 operasyonan de 8 DAIŞ’î hatin girtin.

Têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî şaneyên terorîst bi biryarî dewam dike.

Di rojên dawî de, Hêzên QSD’ê li Til Hemîs, Dêrazorê, Minbic û Hesekê 4 operasyonên ewlehiyê li dar xist.

Di operasyonên QSD’ê de, 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD li ser mijarê daxuyaniyek da.

QSD: Li Til Hemîs 2 çeteyên DAIŞ’ê bi operasyonekê hatin girtin

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gundê Belqîs ê girêdayê Til Hemîsê, Hêzên Komanos ên girêdayê Hêzên Sûriya Demokratîk 2 endamên çalak ên rêxistina DAIŞ a terorîst girtin.

Ev her du endam di demên dawîn de tevgerên şaneyên terorî hêsan dikirin û desteka lojîstîk ji wan re dabîn dikirin.

Di operasyonê de hêzên me çek û belge yên li gel şaneya terorîst desteser kir.”

QSD’ê li rojhilatê Dêrazorê çeteyekî şaneya DAIŞ’ê girt

Li aliyê bajarokê Teyanê yê rojhilatê Dêrazorê jî Yekîneyên Taybet operasyoneke ewlehiyê li dar xist.

Operesyon bi desteka Koalîsyona Navneteweyî pêk hat.

Di encamê de endamekî rêxistina DAIŞ a terorîst hat girtin.

Ev endam veguhestina pereyên ‘zekatê’ ji bo şaneya li gundewarê Dêrazorê çalak bû.

QSD: Li Minbicê şaneyek ji 3 kêsan yê DAIŞ’ê hatin girtin

Her wiha QSD’ê di 2 rojên dawîn de li bajarê Minbicê û Hesekê jî 2 operasyon li dar xist.

QSD’ê hûrguliyên operasyona li Minbicê wiha parve kir.

“Li Minbicê şaneyek rêxistina DAIŞ’ê hewl dida mayînan li nuqteyên hêzên me biteqîne.

Piştî lêpirsîn û şopandinê, bi operasyonek taybet yek jê jin 3 endamên rêxistina terorîst hatin girtin.

Hêzên me demançeyeke bêdeng û mayînek ku li gel şaneyê bûn desteser kirin.”

Li Hesekê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di heman demê de, hêzên QSD’ê li gundê Tiwêmîn yê gundewarê başûrê rojhilatê Hesekê, kemîneke asê ji şaneya DAIŞ’ê re danî.

Di encamê de şaneya ku ji 2 terorîstan pêk dihat, hat girtin.

QSD’ê diyar kir ku her du terorîst dixwestin êrişî hêzên wan bikin û di kişandina wêne û dîmenên nuqteyên leşkerî û xizmetguzarî yên li herêmê de çalak bûn.

Back to top button