Li peytexta Belçîka Brukselê xebatên konferansa navnetewî ya bi navê “Bakur û Rojhilatê Sûrî.. ‘Rojava’.. Ezmûna herêmî û navdewletî di roja 2. de didome.
Di vê rojê de wê mijara “Bandorên Qanûnên Navdewletî û Mafên Mirovan li Dewleta Tirk” were nîqaşkirin.
Rûniştina din jî wê der barê “êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî” de be.
Her weha di rûniştinên konferansê de wê mijarên “Necezakirina dewleta Tirk a siyasî” û “berpirsyariya dewleta Tirk” jî were nirxandin.
Doh di rûniştina yekemîn de, mijarên “Stratejiya Dewleta Tirk a Dagirkerî û Gehartina Demografîk li Rojhilata Navîn” û “Siyaseta Dewleta Tirk a Bikaranîna Çeteyan” bi semînerek hat nîqaşkirin.



