NASA yekem wêneyê Telescpoa herî mezin di cîhanê de weşand

Li dîroka feza û gerdûnê gaveke din zêde bû û pêşketineke din hat tomarkirin.
Telescopa James Webb a NASA ya Amerîkî, yekem wêneyê giştî gerdûnê kişand û bi raya giştî re bi parve kir.
Joe Biden ev wêne ji koşka Spî belav kir û ev gav bi serkeftineke dîrokî bi nav kir.

Wêne ji aliyê Telescopa James Webb ve hat kişandin.

Ev wêne jî yê vê Telescpoê yê yekemîn e.

Tê de bi hezaran Mecere, Gerstêrk û Stêrk bi awayekî zelal bi hemû rengan û bi kalîteyeke xurt xuya dibin.

Serokê Amerîkayê Jo Biden ji Koşka Spî ev wêne bi parve kir.

Û di der barê bûyerê de nerîn û hestên xwe wiha anîn ziman:

“Pencereyeke nû ya dîroka gerdûnê hat vekirin.

Ji bo min bûyereke ne ji rêzê, ecêb û balkêş e.”

Telescope, alavek e ji bo çavdêrîkirina gerestêrk û stêrkan di gerdûnê de ye.

‘Telescpoa James Webb’ jî niha di cîhanê de ya herî mezin e û bi 10 milyar dolaran hatiye çêkirin.

Ew piştî telescpoa Hubble ji aliyê NASA ve hatiye bipêşxistin.

Back to top button