Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê merasîmê bîranîna 397 şehîdên meha Cotmehê li goristana Şehîd Dicleyê li dar xist.
Bi sedan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan û mûm li ser goran pêxistin.